ENKS daxwaza vegerê ji şêniyê Kobaniyê dike

Serokê Xwecihiya Kobanê ya ENKSê daxwaz ji serkirdeyên partiyên siyasî û koçberên Kobaniyê dike, vegerin bajarê xwe.

Kobanî (K24) – Serokê Xwecihiya Kobanê ya ENKSê daxwaz ji serkirdeyên partiyên siyasî û koçberên Kobaniyê dike, vegerin bajarê xwe.

Serokê Xwecihiya Kobanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ednan Bozan daxwaz ji serkirdên partiyên siyasî û koçberên Kobaniyê kir ku vegerin bajêr, ji ber pêwîstiya xaka Kobaniyê bi xelkê wê heye.

Ev daxwaz di demekê de ye ku diyaloga Kurdî – Kurdî di navbera ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) berdewam e û gavine baş derbarê yekrêziya Kurdî de hatine avêtin.

 

Fly Erbil Advertisment