Parêzgeha Diyarbekirê qedexe danî ser 354 malperan!

Malperên kurdan ên dije PKK jî ser navê "PKK'yîbûnê" hatine qedexekirin.

Diyarbekir (K24) - Rêveberiya Parêzgeha Diyarbekir, 354 malper (Web Site) qedexe kirin. Di nav de 68 malperên nûçeyan ên kurdan jî hene. Malperên kurdan ên dije PKK jî ser navê "PKK'yîbûnê" hatine qedexekirin.

Li Tirkiyeyê Dezgeha Ragihandinê ya Teknolojiyên Zanyariyê bi Serokkomariyê ve girêdayî ye. Bêyî biryara mehkemeyê, malperan qedexe dike.

Parêzgeha Diyarbekir daxûyaniyek da û diyar kir ku li gel Rêveberiya Sûcên Sîber a Cendermeyan a Bajarî 2 mehan lêkolîn kirine. Di encama lêkolînan de 354 malper qedexekirine.

Li gor daxûyaniyê malperên propagandaya PKK dikin û yên qûmarê didin kirin hatine qedexekirin. Li belê gelek malperên nûçeyan ên kurdan ku li dijî PKK'yê jî wekî PKK'yî nîşandane û qedexekirine.

Daxûyaniya Parêzgariya Diyarbekirê ya resmî wiha ye:

"Li gorî Qanûna Hejmar 5651 ya Rêziknameya Weşanên Li Ser Internetê û Têkoşîna li Dijî Sûcên Ku Bi Van Weşanan Hatî Kirîn, 286 malperên bêehlaqiyê û 68 malperên naverokên propagandaya 'rêxistina terorî' PKK/KCK / YGP / YPS belav dikin hatin destnîşankirin. Ji bo qedexekirinê agahiyên van 354 malperan ji bo Dezgeha Ragihandinê ya Teknolojiyên Zanyariyê hatin şand. Lewma hatine qedexekirin."

Fly Erbil Advertisment