Fahrettin Koca: 2165 nexweşên nû hatin tomarkirin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 74 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 658 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 74 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 658 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 23yê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2165 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 357 hezar û 693 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1493 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 311 hezar û 520 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2165 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Bi giştî nêzîkî 13 milyon test hatin kirin. Zêdebûna hejmara nexweşên giran berdewam e. Di vê qonaxa têkoşîna vîrûsa koronayê de, çeka herî mezin a di destê me de mask û tedbîr in. Hêz bidin têkoşînê.”