Iraq! Mustafa Kazimî derheqê dema hilbijartinan de daxûyanî da!
Her wiha Kazimî dibêje, "Me ji bo parastina xwepêşanderan biryarên tûnd derxistine."
Hewlêr (Kurdistan24) - Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ragihand, wan 6'ê Hezîrana 2021'ê wek roja hilbijratinê destnîşan kirine; Li ser pêkanîna wê rojê rijd in.
Her wiha Kazimî dibêje, "Me ji bo parastina xwepêşanderan biryarên tûnd derxistine." Û bang li xwepêşenderan kir ku li hember aliyên têkder hişyar bin.
Kazimî dibêje, "Armanca sereke ya Hikûmetê amadekirina hilbijartineke paqij, azad û dadperwerane. Me roja 6'ê Hezîrana 2021'an destnîşan kir, ji bo hilbijartinan. Û em rijd in li ser vê rojê. Me kar kir û em kar jî dikin bo alîkariya komîsyona hilbijartinan. Ji bo temamkirina amadekariya xwe, bo vê roja dîrokî. Bi taybet piştî ku civata nûuneran mekanîzma yasaya hilbijartinan temam dike"
Kazimî alîkarî ji dezgeh û rêxistinên navneteweyî dixwaze çavderiya van hilbijartinan bikin. Da ku pêvajo bi awayekî zelal û paqij be.