Mesrûr Barzanî sersaxiyê li xelkê Tirkiye û Yewnanîstan dide

Barzanî, sebaret bi vê erdhejê li ser hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û hevxemiya xwe diyar kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xemginiya xwe ji bo xelkê Tirkiyeyê yê di erdhejê de canê xwe ji dest dane diyar kir. Îro li Tirkiye erdhêj pêk hatiye.

Barzanî, sebaret bi vê erdhejê li ser hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û hevxemiya xwe diyar kir.

Barzanî dibêje, "Ez hevxemiya xwe, ji bo kesên ku di erdheja wêrankar a îro li deryaya Ege rûdaye de, bûne qûrbanî derdibirim. Hêvîxwazim ku ew kesên birîndar bûne, zû sax bibin. Di vê dema dijwar de, hevsoz im li gel xelkê Tirkiye û di heman demî de Yewnanistanê."

Îro demjimêr 14:51'ê li Deryaya Egeyê erdhej çêbû. Pileya wê wekî 6.9 hat diyarkirin. Erdhejê bandor li Tirkiye, Yewnanistan, Bûlgaristan û Makedonyaya Bakûr kir.

Li Tirkiye bajarê Izmirê 12 kesan canê xw eji dest dane û 438 kes jî birîndar bûne. Dibe ku hejmara qûrbaniyan zêdetir bibe.

Fly Erbil Advertisment