Îsraîl 8 milyon derziyên koronayê ji kompaniya Pfizer dikire

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku Îsraîlê ligel kompaniya Pfizer peymanek îmze kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku Îsraîlê ligel kompaniya Pfizer peymanek îmze kir ji bo kirîna 8 milyon derziyên koronayê ku têra nêzîkî nîvê nişteciyên Îsraîlê dike.

Binyamîn Netanyahî eşkere kir ku biryar e di destpêka sala bê de dest bi dabînkirina vaksînê were kirin û mehên piştre jî were zêdekirin.

Roja duşemê 9ê Mijdara 2020an, kompaniyên Pfizer û BioNTech ragihand ku qonaxa sêyem a ceribandina derziya li dijî vîrûsa koronayê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye.

Her du kompaniyên BioNTech a Almanî û Pfizer a Amerîkî diyar kir ku vaksîna nû bi awayekî fermî di dawiya vê mehê de were tomarkirin.

Herwiha her du kompaniyan tekez kir ku vaksîna li dijî vîrûsa koronayê %90 bandora xwe îsbat kir, bêyî ti bandoreke cidî ya neyênî li silametiya nexweşan bike.

Fly Erbil Advertisment