Hûrgiliyên serdana şanda Bereya Aştî û Azadiyê ya ji bo Tirkiyê
Şandeya Bereya Aştî û Azadiyê hevdînên xwe yên li Enqere û Stenbolê bi dawî anîn. Nûnerên Kurd, Ereb û Aşûriyan bo Kurdistan 24ê behsa naveroka hevdîtina ligel Tirkiyê, Emerîka û Fransayê kirin û armanca damezrîna vê tevgera nû ya ji bo dahatûya Sûriyê rave kirin.
Stenbol (K24) – Şandeya Bereya Aştî û Azadiyê hevdînên xwe yên li Enqere û Stenbolê bi dawî anîn. Nûnerên Kurd, Ereb û Aşûriyan bo Kurdistan 24ê behsa naveroka hevdîtina ligel Tirkiyê, Emerîka û Fransayê kirin û armanca damezrîna vê tevgera nû ya ji bo dahatûya Sûriyê rave kirin.
Ji bo çareseriya krîza Sûriyê û berevaniyeke çak û çalak ya ji bo mafên demokratîk ên pêkhateyên Sûriyê tevgereke nû hate damezrandin. Ev tegera bi navê enî, ango Bereya Aştî û Azadiyê ji sê hêzên bingehîn ên Sûriyê pêk tê. ENKS yanî encûmena Kurdî, Rêxirawa Aşûrî û Erebên Sûnne. Ev her sê hêzên sereke zêdetirî deh sal in di krîza Sûriyê de bi bandora in da ku mafên pêkhateyan bêne parastin. Niha jî dixwazin mafên Kurdan, Aşûrî, Kildanî, Sûryan, Ereb û hemû pêkateyên din di çarçoveya destûrî de bêne parastin li gor biryarên navdewletî yên 2254 û di çareseriya siyasî ya pêşeroja Sûrî de jî rolekê wergirin.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê û Bereya Aştî û Azadiyê Mihemed Îsmaîl dibêje; ew dixwazin pêşî li ber fitneyê bigirin ya di nava pêkhateyên Sûrî de û bi van komcivîn û hevdîtinan armanc dikin ku bandoreke bikin li ser hêzen navdewletî da krîza Sûrî lezgînî bê çareserkirin.
Endamê Bereya Aştî û Azadiyê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: "Têkiliyên xwe ligel hemû aliyên pêywendîdar aliyên ku eleqeran bi krîza Sûriyê re, ligel Emerîka, Rûsan, gel Tirkiye û herêma Kurdistanê cihên giring ku rola wê heye têkiliyên Bereya Aştî û Azadiyê ligel van aliyan danûstandin dike. Her wisa di aliyê Areban de jî. Dewlata Misrê gelek giring e. Ji bo ev alî hemû piştevaniya van pêkhateyan bikin û çi aliyê bixwaze xêrê li miletê Sûriyê bike wê piştevaniya vê projeye bike. Ev proje ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan e û bo rola van pêkhateyan e ku bi sedan salan e zilm bûne û tengaviyê de mane bikeve di pêşeroja Sûriyê de xwedî dewr û rol bin."
Bereya Aştî û Azadiyê da karibe rolek siyasî wergire digel hêzên peywendîdar ên di krîza Sûrî de dest bi hevdîtinên dîplomatîk kir. Piştî rawestageha pêşîn ji Rûsyayê, eniyê berê xwe da Tirkiyê û li vir digel Wezareta Derve ya Tirkiyê, bi şûnde jî li Stenbolê bi Balyozê Fransayê, şandeya Wezareta Derve ya Amrîkayê, Eniya Tirkmenan û digel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê komcivin pêk anîn. Nûnerê Tevgera Demokratîk ya Aşûriyan Gebraîl Mûşe jî dibêje; armanca Bereya Aştî û Azadiyê ew e ku pergaleke demokratîk bê damezrandin li Sûriyê ku Kurd, Êzîdî, Aşurî û hemû pêkhate bi awayekî azad bijîn.
Endamê Bereya Aştî û Azadiyê Gebraîl Mûşe dibêje: "Em wekî Aşûrî hewla me ne tenê ji bo herêma me cizirê ji bo tevahiya Sûriyê ye. Ji ber wê yekê Kurd, Areb û Aşûrî di bin banê Bereya Aştî û Azadiyê hatine de bal hev. Bi rêya vê bereyê em dixwazin dewleteke Sûrî ya Ademî Merkezî pêk bê. Em dixwazin mafê pêkhateyan werin cîbicîkirin û mafên wan yên siyasî û hiqûqî hebin. Tirkiye û welatên din jî ev hewla me bi erênî pêşwazîkirin."
Nûnerê Areban û Endamê Bereya Aştî û Azadiyê Wasef Alzab jî diyar dike,ew dixwazin mafê hemû pêkhateyên neteweyî û olî ên Sûriyê bi saya şoreşa azadiyê werin cîbicîanîn, ji bo vê jî wan digel hin welatên wek Amerîka, Rûsya û Ewrûpayê hevdîtin pêk anîne, niha jî ew ê bi welatên Ereb re dest bi danûstaninan bikin.
Endamê Bereya Aştî û Azadiyê Wasef Alzab diyar kir: "Şoreşa me şoreşa azadiyê ye ji bo mafên Kurd, Areb, Tirkmen, Suryanî û hemû pêkhateyên din. Pê re jî ji bo parastina baweriyên olî, mezhebî, çi Misliman, Xiristiyan û Êzîdî bin; ji bo hemûyan ev şoreş cihê rûmeta azadiyê ye. Me ev bere damezrand da ku em şoreşa azadiyê bi hêztir bikin da hemû civaka Sûrî karibe xwe di vê şoreşê de bibîne û mafê welatîbûna xwe bi dest bixe."
Endamên Kurd, Ereb û Aşûrî ên Beraya Aştî û Azadiyê dibêjin; di hevdîtinan de Rûsyayê, Amrîkayê, Tirkiye û Fransayê û herwiha Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê ya di bin Serokatiya Nesir Herîrî de ji ber hewlên vê tevgerê xweşhaliya xwe ragihandine. Bi taybet di hevdîtinan de Emerîka û Rûsyayê ev proje wek projeya xwe dîtine û piştevaniya xwe diyar kirine. Digel vê yekê şandeya Amerîkî ragihandiye ku ji bo mayîndebûna yekîtîya Opozisyona Sûriyê berdewamiya hevdîtinên Kurd û Kurdan jî gelekî giring e û ew ê ji bo vê proseyê jî piştevaniya xwe bidomînin. Di demên pêş de bere dixwaze bi welatên Ereb re jî hevdîtinan pêk bînr ji bo dahatûya Sûriyê di rêza serî de jî Misir heye.