Kazimî biryara girtina deriyên sînorî yên nefermî derxist

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman da Operasyonên Hevbeş ku deriyên sînorî yên nefermî bigrin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman da Operasyonên Hevbeş ku deriyên sînorî yên nefermî bigrin.

Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman daye Operasyonên Hevbeş, ji bo rêgirtina li qaçaxî û zirardana aboriya welat û parastina kelûpelên xwemalî, hemû deriyên sînorî yên nefermî bigrin.

Mistefa Kazimî ferman daye ku karmendên îstixbaratê li deriyên sînorî werin danîn.

Herwiha daxwaz kiriye ku deriyên sînorî yên fermî werin geşkirin, da ku rêkarên gumrigî werin başkirin û rê li ber gendeliyê were girtin.

Fly Erbil Advertisment