Li Tirkiyê li dijî koronayê rêkarên tundtir hatin pêşniyarkirin
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand; ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê pêşniyara tedbîrên tundtir ên rêgiriya belavbûna nexweşiyê hat pêşkêşkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku di civîna Lijneya Zanistê ya Vîrûsa Koronayê de ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) biryara pêşniyarkirinê hat dan ku tedbîrên tundtir ên rêgiriya belavbûna nexweşiyê werin cîbicîkirin.
Fahrettin Koca li Komelgeha Bîlkentê ya Wezareta Tendirustiyê piştî civîna ku bi rêya vîdeo konferansê hat lidarxistin, daxuyanî dan.
Koca bal kişand ser wê yekê ku ev 11 meh in cîhan li dijî cureya nû ya vîrûsa koronayê têkoşînê dide û tekezî li wê yekê kir ku belavbûn û mirinên ji ber vê vîrûsê berdewam in.
Fahrettin Koca destnîşan kir ku heta îro li seranserê cîhanê 55 milyon pêketin hatine tomarkirin û nêzîkî milyonek û 400 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê got: "Di mehên dawîn de bi seyreke weke ya ku li hemî cîhanê dibe, em dibin şahidê zêdebûna berbiçav a hejmara pêketin û mirinan."
Fahrettin Koca tekezî li wê yekê kir ku li seranserê Tirkiyê di mehên dawîn de vîrûsa koronayê bi giştî zêde dibe û got: "Di serî de Stenbol li seranserê welatê me bi awayekî berbiçav zêde dibe. Li gelek parêzgehên me zêdebûn heye ev jî dibe sedema fişarê li ser saziyên me yên tendirustiyê. Em bi taybet li ser parêzgehên ku zêdebûna pêketinê li wan xurt e, sekinîn. Me di Lijneya Zanistê de nirxandineke berfireh kir."
Koca anî ziman ku bi hatina demsala zivistanê re mirov zêdetir di qadên girtî de dimînin û wiha got: "Faktora sereke ya zêdebûna pêketinê, bûna mirovan e li cihên giştî û qerebalix. Ji ber van sedeman biryara pêşniyazkirinê hat dan ku tedbîrên berceste yên rêgirên belavbûna nexweşiyê bên cîbicîkirin."
Fahrettin Koca anî ziman ku di têkoşîna dijî belavbûna vîrûsê de tenê hewlên saziyên hikûmetê têr nake û wiha got: "Pêdiviya me bi alîkarî û eqlêselîmê rêveberiyên xwecihî, saziyên civaka sivîl, medya, rîspî û yekayek welatiyan heye. Gereke em jibîr nekin ku vîrûsa koronayê ji tedbîrên ku em bigrin ber xwe, bihêztir nîne."