PAK: Em bi wefata Dr. Firset Sofî gelek xemgîn in

Peyama Serokê Giştî yê PAK'ê Mustaf Ozcelik sebaret bi wefata Firset Sofi...

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozcelik, derbarê koça dawîn a parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî de peyama hevxemiyê weşand.

Serokê PAK'ê Ozcelik dibêhe, "Em bi Wefata Birêz Dr. Firset Sofî Gelekî Xemgîn in."

Peyama Serokê Giştî yê PAK'ê Mustaf Ozcelik:

Parêzgarê Hewlêrê, Birêz Firset Sofî jiber nexweşîya Coronayê îro, Çarşemê 18ê Mijdarê koça dawî kir.

Birêz Dr. Firset Sofî ji gêncînîya xwe de kedkar û xebatkarekî doza azadîya Kurdistanê bû.Wek kadroyekî, wek rêvebirekî, wek parlamenterekî, wek yasazanekî, wek parêzgarekî bi awayekî çalak di nav gel de, di nav xebata pêşde birin û geşedana Kurdistanê de kedeke wî ya hêja hebû.

Birêz Dr. Firset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê karekî berbiçav û nimûne meşand.
Em bi koça dawîya niştimanperwerê dilsoz, kedkarê avakirin û pêşdebirina Kurdistanê Birêz Dr. Firset Sofî gelekî xemgînin.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê sersaxîyê ji hemû malbat û heval û hezkirîyên rehmetî re dixwazim.Serê gelê me yê Hewlêrê, serê hemû gelê Kurdistanê sax be."

Fly Erbil Advertisment