Sê zilhêzên Ewropayê rêkeftina atomî ya Îranê gotûbêj dikin

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku îro Wezîrê Derve Heiko Mass ligel her du hevtayên xwe yên Fransî û Brîtanî dicivin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku îro Wezîrê Derve Heiko Mass ligel her du hevtayên xwe yên Fransî û Brîtanî, li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê dicivin û li ser rêkeftina atomî ya Îranê gotûbêj dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê diyar dike: “Em û hevbeşên me bi tundî ji Îranê daxwaz dikin ku binpêkirinên xwe yên li hember wê rêkeftinê rawestîne û bi temamî vegere pabendbûna bi sozên xwe yên li ser atomî.”

Ev di demekê de ye ku berî niha Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîb ji Almanya, Fransa û Brîtanyayê daxwaz kiribû; pabendî sozên xwe bibin ku di rêkeftina atomî de ligel Îranê dabûn û li şûna ku ji pêkanîna erkên xwe birevin, biryarên lijneya karên hevbeş bi cih bînin.

Seîd Xetîb careke din tekezî li ser niyetpakiya welatê xwe kiribû, ku armanca bernameya atomî ji bo aştiyê ye û rewatiya wê li ser bingeha yasayên navdewletî ye. Herwiha diyar dike ku ev mafê rewa yê Komara Îslamî ya Îranê ye.

 

Fly Erbil Advertisment