Mesrûr Barzanî veberhênerên Amerîkayê vexwende Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku peywendiya navbera Hewlêr û Washingtonê ji peywendiya ewlehiyê berfirehtir e.
.jpg)
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku peywendiya navbera Hewlêr û Washingtonê ji peywendiya ewlehiyê berfirehtir e û em dikarin wan peywendiyên xwe yên ligel Amerîkayê berfirehtir bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe ya "Konferansa Aboriya Herêma Kurdistanê Piştî Koronayê" de, ku bi awayekî vîdeo-konferans birêve çû, ji kompaniyên Amerîkî û biyanî daxwaz kir ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û karên veberhênanê encam bidin.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku zemîneke Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê heye û ji aliyê ewlehiyê ve cihê herî aram a Iraq û herêmê ye û ew dixwazin kompaniyên biyanî han bidin ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin û ji bo vê mebestê jî dê hêsankarî ji bo kompaniyên biyanî bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Dîrokeke baş a me û Amerîkayê heye, bi taybetî piştî 2003an. Amerîka di rizgarbûna Iraqê ji destê dîktator Sedam de alîkar bû. Niha jî Iraq di rewşeke xirab de ye. Xelk û nifşê me yê nû dixwazin û çavê wan li wê yekê ye ku aboriyeke baş û alîkariyeke zêdetir were kirin. Peyama min ew e ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin û me ji bo vê yekê konferans li dar xist. Dostên me yên gelek baş hene li Amerîkayê, niha ligel me ne."
Li ser lidarxistina "Konferansa Aboriya Herêma Kurdistanê Piştî Koronayê" diyar kir: "Ez dixwazim spasiya rêkxerên vê konferansê û hevkarên me yên li hikûmeta Amerîkayê bikim. Ez dixwazim spasiya Balyoz jî bikim, ku îro ligel me ye. Bêguman ez pêşwazî li hatina kompaniyên Kurdî û Amerîkî dikim, ku îro li vê konferansê civiyane, da ku peywendiyeke bihêz çêbikin. Peywendiya me vedigere 1990î û ew dema ku Amerîkayê hêviyek bo gelê me vegerand û derfet da, ew bi hezaran gundên li serdema Sedam hatibûn wêrankirin, avabûnek dîtin. Herwiha di gelek waran de hevkarên me bûn, loma ez bawer im ku îro jî em dikarin wê hevkariyê pêşve bibin.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê herêmeke gelek baş û guncaw e ji bo ku kompaniyên Amerîkî werin vê derê û derfetên kar bibînin, rewşa jiyanê gelek baştir bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Hikûmeta min ji bo hêsankariyên gelek zêde werin kirin dixebite, da ku kompaniyên biyanî bi hêsanî werin Herêma Kurdistanê û tomarkirina kompaniyan û dayîna vîze û babetên din hêsan bibe.”
Mesrûr Barzanî eşkere dike: “Herêma Kurdistanê derwazeyekî gelek baş e ji bo veberhênana Amerîkayê û dibe ku bibe derwazeyekî baş ji bo Iraq û Rojhilata Navîn û hêzeke me ya bi bandor a kar heye û ji aliyê teknolojî û zimanan ve, bi taybetî Îngilîzî û Erebî ve, gelek baş in. Loma em dixwazin piştrast bibin ku ji bilî derfetên kar pêk bînin, sûd ji şiyan û enerjiya wan jî were dîtin û em bi vê cûreyê dikarin pêş bikevin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê cihê ewil e ku çandinî tê de hatiye kirin. Herêma me dixwaze bigihîje asta debara xwe û di pênc salên bê de, bibe cihekî wisa ku berhemên xwe bo Iraq û herêmê hinarde bike. Ev jî bi siyaseteke baş bi dest dikeve.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ez hêvî dikim ku vê derfetê bi kar bînin û serdana Herêma Kurdistanê bikin û bi çavên xwe guhertinan bibînin, ku kabîneya nehem ev guhertin kirine.”
Di dawiya axaftina xwe de Serokwezîr diyar kir: “Ez hêvîdar im ku ev konferansa bazirganî Kurd û Amerîkî bicivîne û derfetan yek bixe û alîkar be ku aboriya Herêma Kurdistanê biçe qonaxeke din.”