Di doza hewla derbeyê de biryar hat dayîn

Doza sereke ya hewla derbeya 15ê Tîrmeha 2016an bi dawî bû, derbarê 475 efser û serbazan de sizayên giran hatin dayîn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Doza sereke ya hewla derbeya 15ê Tîrmeha 2016an bi dawî bû, derbarê 475 efser û serbazan de sizayên giran hatin dayîn.

Li Tirkiyê doza Baregeha Akinci ku hewla derbeya serbazî li wê derê hatibû birêvebirin, bidawî bû.

Di dozê de, 365 kesên girtî, bi giştî 475 kes hatin dadgehîkirin. Ji bo 12 fermandar û 4 sivîl ku bi tohmeta rêvebirina derbeyê hatin darizandin, bi 79 caran zindanîkirina heta hetayê, hatin sizadan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokerkanê wê demê Hulusî Akar jî di nav de, 440 kes wek ziyanlêketî û gilîdar hatin guhdarîkirin û di dozê de cih girtin.

Di dozê de, 385 şahidhal hatin guhdarîkirin û hemû tohmetbar bi kuştina 77 polîs, serbaz û sivîlan hatin tohmetbarkirin û piraniya wan bi zindanîkirina giran a heta hetayê, hatin sizadan.

Fly Erbil Advertisment