"Divê Tirkiye xwe ji bo dorpêçên Ewropayê amade bike"
Beriya Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ku wê di 10 û 11ê Kanûnê de birêve biçe û îhtimala biryara dorpêçên li ser Tirkîyeyê di rojevê de ye.
Enqere (K24) - Beriya Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ku wê di 10 û 11ê Kanûnê de birêve biçe û îhtimala biryara dorpêçên li ser Tirkîyeyê di rojevê de ye, liv û tevgerdarîya dîplomatîk ya li Enqerê dewam dike.
Sazîyên ramanî yên polîtîk geşedanên li Rojhilatê Deryaya Spî, pêngavên Ewropayê û Tirkiyê ji nêz ve dişopînin. Bi vê boneye, Weqfa SETAyê ku navenda wê Enqere ye û nêzî hikûmeta Ak Partiyê ye, bi ser navê; "Pêşeroja Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê" panelekê dijîtal li dar xist.
Pisporên Tirkiyê di peywendiyên Tirkiye û Ewropayê de helwesta Ewropayê rexne bikin jî didin zanîn ku ne mimkun e Tirkiye ji Ewropayê cihê bibe.
Prof. Dr. Mehmet Akif Kireçci diyar dike: “Tevî hemû pirsgirêkên ligel Ewropayê jî, Tirkiye dê ji Ewropayê cihê nebe û peywendiyên xwe qut neke. Divê Ewropa vegere ser xeta erênî. Li gorî min Ewropa êdî dixwaze peywendiyên xwe yên bi Tirkîyê re sererast bike. Divê Almanya û Fransa nebin qurbanê tevgerên populîst.”
Li alîyê din edîtorê Nûçeyên Ewropayê yê Ajansa Anadoluyê Yusuf Kaya ji Brukselê bi vîdeo konferansê beşdarî web panelê bû û destnîşan kir ku egera biryara dorpêçan heye, lewra beriya civînê hêj tu agahiyekê teqez bi çapemeniyê re nehatiye parvekirin.
Edîtorê Ajansa Anadoluyê Yusuf Kaya dibêje: “Niha li Brukselê keş û hewayekê balkêş heye. Mesela beriya Lûtkeya Cotmehê hatibû zanîn ku dê biryara dorpêçan neyê dayîn. Û nehatibû dayîn jî. Lê niha tu agahiyekê ji bo medyayê nayê parvekirin. Ji loma jî ez îhtimalekê piçûk bibînim jî egera dorpêçan heye. Divê Tirkîye xwe hazir ke.”
Balkêş e berîya lûtkeya Ewropayê ji aliyekî ve hikûmet bi şandeyên payebilind serdana Brukselê dike, li aliyê din jî li Stenbolê bi serok û pêşengên kêmnetew û baweriyan re hevdîtinan pêk tîne û dide zanîn ew ê reforma daraz û belegeya mafên mirovan pêk bîne.