Li Herêma Kurdistanê 9 kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 289 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Tîmeke tendirustî ya Herêma Kurdistanê
Tîmeke tendirustî ya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 289 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 289 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 17 kes li Hewlêrê, 41 kes li Silêmaniyê, 218 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 11 kes li Germiyanê.

Herwiha ragihand; 9 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê, 3 kes li Germiyanê.

 

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 372 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 98109

Mirin: 3212

Başbûn: 61962

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.