Mesrûr Barzanî ligel Şanda Danûstandkar Ligel Hikûmeta Federal civiya
Di civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayî dest ji maf û destkeftên darayî û destûrî yên Herêmê bernade
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel Şanda Danûstandkar a Herêmê ligel Hikûmeta Federal civiya.
Di civînê de pêşhatên dawî yên proseya danûstandinan ligel hikûmeta federal ya taybet bi mûçe û mafên darayî yên Herêmê hatin guftûgokirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê hewlên şandeya danûstendinê ya Herêma Kurdistanê da, ji bo gihîştin bi rêkeftinê ligel Bexdayê û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.
Di civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayî dest ji maf û destkeftên darayî û destûrî yên Herêmê bernade û li benda gihîştina budceya Herêmê ya meha Cotmehê ji aliyê hikûmeta federal e ku heta niha nehatiye şandin. Ev jî ji bilî mehên pênc û şeş û heft ên îsal e ku maf û destkeftên rewa ên gelê kurdistanê ye û hikûmeta federal heta niha neşandiye.
Derbarê reşnivîsa projeyasaya bûdceya federalî ya sala 2021an de, hevtêgihînek baş di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de çêbûye, lê belê guftûgoyên ber bi gihîştina bi rêkeftina dawiyê di çarçoveyê wan prensîpên ku em li ser wan rêkeftine, berdewam in.