Cotkarên Kobanî gazinan ji daketina nirxê zeyta zeytûnan dikin

Kobanî (K24) – Di nav astengî û pirsgirêkan de, xelkê Kobaniyê berhemên xwe yên zeytonan diguvişin û dikin zeyt. Herwiha gilî û gazincan ji daketina nirxê zeytê dikin ku têçûna wê dernaxe.
Cotkatên Kobaniyê diyar dikin, mûsima îsal ne li gor salên bûrî ye. Berhemê daran kêm e û cûreyê hebê jî ne pir baş e. Herwiha dibêjin ku ji bilî wê yekê, têçûna dirustkirina rûnê zeytûnê zêde bûye û firotana wê bi erzan e. Loma ew daxwaz dikin ku ji bo wan rê were vekirin ku rûnê xwe ji bo dervayê herêmê bi nirxekî baş bifroşin.
Ji aliyên xwe ve Xwediyên kargehên guvaştina rûna zeytûnê diyar dikin ku berhemên zeytûnan kêm e. Herwiha gazinan jî ji nebûn û kêmbûna sotemenî û dijwariya peydekirina alav û pêdeviyên kargehan dikin.
Xwediyên kargehandibêjin, salê tenê ew 2 mehan kar dikin û di vê mûsimê de eger ku sotimenî ji bo wan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve neyê pêşkêşkirin, dê rewşa wan dijwartir bibe.
Li harêma Kobaniyê 3 kargehên guvaştina rûna zeytûnê hene. Avakirina van kargehan berî deh salan bû, piştî ku çotkarên deverê ber bi çandina darên zeytûnê ve çûn. Lê li gor çotkaran ku pêdeviyên deverê bi gargehên zêde heye, ji bo ji çotkaran alîkarî û xizmetên zêdetir were pêşkêşkirin.