Hinarên Helebeceyê gihîştin Brîtanya

Hinarên Helebeceyê
Hinarên Helebeceyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hinarên Helebce bo derveyî Herêma Kurdistanê hatin hinardekirin û gihîştin Brîtanyayê. Biryar e di çend rojên bê de jî, barekî din ên hinarên Helebceyê bigihe wî welatî.

Bi gihîştina hinarên Helebce bo Brîtanyayê re, jimareke rûniştvanên kurd ên wî welatî, bûn kiryarên yekem ên hinaran.

Xwediyê kampanyaya Helebce Ferîdûn Namdar ku hinarên Helebceyê hinardeyî Brîtanyayê dike ji K24ê re got: "Heta niha 16 ton û 750 kîlo ji Brîtanyayê re hatine şandin".

Diyar kir jî: "Barê hinaran ev 13 roj in di rê de ye. Biryar e di nava du rojên pêşî de jî barekî din ji heman welatî re bê şandin."

Berî niha jî Wezîra Çandinî û Jêderên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di Festîvala Hinar û Berhemên Xwemalî li Helebce de ragihandibû, bi Konsolxaneya Fransayê re di guftûgoyan de ne, ji bo hinarên Helebceyê hinardeyî Fransayê bikin.

Fly Erbil Advertisment