46 kesên din li rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê li rojavayê Kurdistanê belav kirin

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Hewlêr (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 46 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û pêketiyekî jî canê xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, kesekî li devera Şehbayê bi Koronayê canê xwe ji dest daye.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 46 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 3 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7368 kesan, ji wan 1066 kes baş bûne û 225 kesan jî canê xwe ji dest dane.