Li Diyarbekirê ji bo kêmendaman perwerdehiya dronê tê dayîn
Armanc ji vê perwerehiyê, ji bo peydakirina derfetên kar ji kêmendaman re ye
Diyarbekir (K24) – Di çarçoveya hefteya kêmendaman de, bi piştgiriya Jûra Pişesazî û bazirganiya Diyarbekirê DTSO'ê, ji bo kêmendaman perwerdehiya bikaranîna dron ango fly camê hat dayîn. Hat gotin ku armanc ji vê perwerehiyê, peydakirina derfetên kar ji kêmendaman re ye.
20 Kêmendam li Diyarbekirê fêrî bikaranîna teknolojiya nû bikaranîna dronê dibin. Perwerdehiya dronê bi piştgiriya jûra bazirganiya Diyarbekirê tê dayîn û dê 4 roj berdewam bike. Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya daxuyand ku divê karsaz û karbidest, ji bilî bazirganiyê, hevkariya projeyên civakî jî bikin da ku civakeke pêşketî peyda bibe.
Memosteyê perwerdehiya bikaranîna dronê Kerem Çelîk anî ziman ku di rpojeyên wiha watedar de kar kirin, ji bo wî jî ciyê şanaziyê ye.
Mamosteyê Perwerdehiya Dronê Kerem Çelîk ji K24ê re got: “Ev proje ji bo hefteya berastengan hatiye amade kirin. Dron teknolojyeke nû ye û baldariyeke baş jî dibine. Me xwest em jî projeyeke wiha çê bikin. Li Diyarbekirê û li Tirkiyeyê jî yekem car e ev proje hatiye amade kirin. Gele serîlêdan çêbûn, lê me ji ber pandemiyê tene dikarî 20 kes bistînin.”
Hat ragihandin ku kêmendam, ji bo xwe bipêş xistinê û ji pêşiya xwe rakirina astengiyan gelek hewlan didin û teqrîben 400 kêmendam ji bo perwerdehiyê serîlêdan kirine.
Ahmet Yilmazê kêmendam ku muzîk û karên hunerî dike û hatiye vê perwerdeyê dibîne jî balê dikşîne ku hemû astengî ji hişmendî û helwesta mirovan peyda dibin, lê kêmandem ku bixwazin dikarin hemû astengiyan jî derbas bikin.
Kêmendam Ahmet Yilmaz dibêje: "Em ji bo vê projeyê, sipasiya yên piştgiriyê dane dikin. Ciyê kêfxweşiyê ye ku di serdemeke wiha de, bi projeyên wiha hatine pêşberî me û em pê kêfxweş in. Ez hêvîdarim bi vê projeyê em di warê bikaranîna dronê de xwe bigihînin astekî û hemû hevalên me derfetên kar kirinê peyda bikin."
Hat ragihandin ku dê piştî perwerdehiyê kêmtirîn berastengekî dest bikar bike û ji bo yên din jî dê hewla peyda kirina kar kirinê bê dayîn. Bal hat kişandin ku fêrbûyîna her pişe û hunerekî, hem wext astengiyên li jiyana mirovan jî kêmtir dikin.