Li navçeya Rezan a Diyarbekirê projeya nûjenkirina bajêr dest pê kir
Şaredariya Navçeya Rezan a Diyarbekirê dest bi projeyên nûjenkirina bajêr kir.
Diyarbekir (K24) – Şaredariya Navçeya Rezan a Diyarbekirê dest bi projeyên nûjenkirina bajêr kir. Hat ragihandin ku 350 bîna û avahiyên ku vala bûbûn û kavil bûn heta niha hatine rûxandin û li taxên ku bi giştî pêwistî bi nûjenkirinê hene jî, bi projeyên "nûjenkirina bajêr" tên nûjen kirin. Şêniyên wan ciyan jî piştgiriya nûjenkirina taxên xwe dikin.
Şaredariya Rezan a Diyarbekirê, piştî ku daxwaza wan ya nûjen kirina bîna û taxên kevin û kavil bûne ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve hatiye pesand kirin, li taxa Yûnus Emre ya ser bi navçeya Rezan ve dest bi nûjan kirina bajarî kirin.
Serokê Şaredariya Rezan Huseyîn Beyoglû anî ziman ku ew 21 meh e, ji bo baştirîn xizmeta navçeya xwe bikin hewlan didin û projeyên nûjen kirina bajarî jî, beşek ji wan xizmeta ye. Beyoglû da zanîn ku bîna û avahiyên ku kavil û kevin bûne jî, taxên ku wisa bûne jî nûjen dikin da ku rewşeke baştir peyda bibe.
Huseyîn Beyoglu ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di 2021an de înşelah emê dest bi nûjenkirina bajarî bikin. Di serê Temûzê de emê dest pê bikin û di şûna van bînayên kevin ku em dirûxînin emê bînayên nûjen çê bikin. Înşelah di nav 4-5 salan de emê navçeya Rezan bi vê nûjenkirinê nû bikin û navçeyeke paqij û ewle peyda bikin. Emê her di xizmeta welatiyên xwe de xizmet bikin.”
Welatî jî rêvebirên şaredariyê jî balê kişandin ku ew avahî û bînayên kavil û vala, ji aliyê kesên ne qenc ve dihatine bikaranîn û dê êdî ew metirsî jî ji holê rabibe.
Şêxmûz Çakar ev 46 sal e li vê taxa Yûnûs Emre ku avahiyên kavil tên rûxandin û dê bê nûjenkirin dimîne jî, piştgiriya xwe ji bo xebat û projeyên nûjen kirinê radigihîne.
Çakar dibêje: “Ev der bûye taxa kevin û gişt xirave bûye û gişt nişteciyên vir jî derketine çûne ber bi jor ve. Yanî ku plansaziyeke baş bikeve vê derê dê pir baş bibe. Van kavilan ciyên çete û dizan bû, bêhna ne baş ji wan dihat, mişk hebûn û em gelek jê nerihet bûn. Wek şêniyên taxê em gişt jê razîne ku ev kavil tên rakirin û em jî hem ewle, hem jî rihet dibin.”
Hat ragihandin ku nûjen kirina bajarî, piştî lêkolînên ku tên kirin û bi şeniyên taxan re lihev kirî dê bê meşandin û avahiyên ku plansaziya bajêr xirab dikin jî dê bên nûjen kirin.