Li Herêma Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 156 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Nexweşneke Koronayê li Hewlêrê
Nexweşneke Koronayê li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 156 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 165 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 36 kes li Silêmaniyê, 107 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê û 8 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand; 4 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes jî li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 281 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 101543

Mirin: 3322

Başbûn: 66401

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.