Li Tirkiyê 259 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 259 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 259 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 18 hezar û 861 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 23yê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 19 hezar û 650 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 3 hezar û 192 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 82 hezar û 610 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 34 hezar û 492 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 1 milyon û 901 hezar û 307 kesan.