Li Elezîzê erdhej!

Li bakurê Kurdistanê li navçeya Sîvrîce ya Elezîzê bi hêza 4.1 erdhej qewimî.

Erdhej
Erdhej

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê Kurdistanê li navçeya Sîvrîce ya Elezîzê bi hêza 4.1 erdhej qewimî.

Li gor daneyên Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD), li navçeya Sîvrîce ya Elezîzê, 11 kîlometre li bin erdê, bi pileya 4.1 erdhej qewimî.

Hat ragihandin ku erdhej li bajar û bajarokên derdorê jî hatiye hîskirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 24ê Çileya 2020an de li parêzgehên Elezîz û Meletiyê erdhejek bi pileya 6.5 qewimîbû û di encama wê erdhejê de 37 kesan li Elezîzê û 41 kesan jî li Meletiyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Wanê jî bi pileya 3.8 erdhejek çêbû!

Hat ragihandin ku îro li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê jî di demjimêr 12:31ê de erdhejek bi pileya 3.8 qewimî.

Fly Erbil Advertisment