Li Herêma Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 126 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 126 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 128 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 14 kes li Hewlêrê, 26 kes li Silêmaniyê, 86 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand; 4 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê û 2 kes li Silêmaniyê ne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 327 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 102709
Mirin: 3366
Başbûn: 68781
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.