Vaksîna Çînî gihîşt Enqerê

Firokeyê Tirkiyeyê ku vaksîna Koronayê ya Çînî bo Tirkiyeyê hidigire, gihişt Enqerê.

Firokxaneya Esenboxa ya Enqerê
Firokxaneya Esenboxa ya Enqerê

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyê Tirkiyeyê ku vaksîna Koronayê ya Çînî bo Tirkiyeyê hidigire, gihişt Enqerê.

Firokeyên Tirkiyê ku 3 milyon derziyên vaksîna vîrûsa Korona ya Çînê tê de bûn, duh demjimêr heştê êvarê ji Pekînê ber bi Tirkiyê firîbûn.

Li gor nûçeyan, firoke îro demjimêrên sibê gihiştin firokxaneya Esenboxa ya Enqerê.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca da xuyakirin, ewê vaksînê bi awayekî lezgîn dabeş bikin.