Li Sûriyê 8 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Sûriyê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîştiye 704 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê 8 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyê wê vîrûsê gihîşt 704 kesan.
Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrêm bûrî de 101 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 11 hezar û 344 kesan, ji wan jî 704 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezaretê eşkere kiriye, 48 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û hejmara kesên ji wê nexweşiyê baş bûne gihîştiye 5 hezar û 296 kesan.
Pêştir Rêxistina Human Rights Watchdi raportekê de ragihand, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.