“Sala 2020an bo tendirustkaran wek karesatekê bû”
Li Diyarbekirê ji 1500î zêdetir tendirustkaran bi vîrûsa Koronayê ketin û 17 tendirustkaran jî canê xwe ji dest dan.
Diyarbekir (K24) – Rêxistinên tendirustkaran ên nûnertiyên Diyarbekir li ber Nexweşxaneya Zankoya Dîcle derbarê performansa Wezareta Tendirustiyê û desthilatê ya 2020an de daxuyaniyek da çapemeniyê. Hat amajekirin ku saziyên fermî hember vîrusa koronayê û parastina tendirustkaran de nekariye performansek berketî nîşan bide.
Li Diyarbekir ber deriyê Nexweşxaneya Zankoya Dîcle ji aliyê saziyên sivîl ên tendirustkaran ve daxuyaniyek hevpar hat dayîn. Beriya daxuyaniyê bo tendirustkarên ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêzgirtin hat kirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê yê Şaxa Diyarbekir Şiyar Guldîken ve hat xwendin. Guldîken amaje kir ku desthilatê di sala 2020an de nekariye pêdiviyên qada tendirustkaran û welatiyan dabîn bike û dewletê %40 kariye berpirsiyariyên xwe bi cih bike.
Hevserokê Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê yê Şaxa Diyarbekir Şiyar Guldîken ji K24ê re got: "Tendirustkar dixwazin destur bistînin lê nadin, dixwazin dest ji kar berdin lê nahêlin. Ew jî dixwazin di şert û mercên mirovî de bixebitin. Di çapemeniya Elmanyayê de tê gotin ku 25 hezar vaksîn bo Tirkiyeyê hatiye rêkirin. Qet haya me jê çênebu. Gelo ew vaksîn li kîjan kesan hat xistin."
Nûnerên tendirustkaran didin zanîn ku li Diyarbekirê ji destpêka pandemiyê ve ji 1500î zêdetir tendirustkar tuşî vîrusa koronayê bune û 17 tendirustkaran jî jiyana xwe ji dest dane. Endamê Civata Rêvebiran a Yekîtiya Bijişkên Tirkiyeyê Halîs Yerlîkaya dibêje sala 2020an bi qada tendirustiyê saleke gelek xirap bû.
Endamê Civata Rêvebiran a Yekîtiya Bijişkên Tirkiyeyê Halîs Yerlîkaya dibêje: "Sala 2020an bo Tirkiyeyê wek felaket û karesatekê bû. Hem ji bo xebatkarên tendirustiyê hem ji bo gel wisa bu. Rayedarên dewletê jî hember pandemiyê li gor rêbazên zanistî tevnegeriyan. Her çiqas me pêşniyar li wan kirin bi ya me nekirin."
Nûnerên tendirustkaran amaje dikin ku gelek tendirustkaran nekarîne amurên xweparastinê dabîn bikin, heta gelek caran li nexweşxaneyê nekarîne maskeyek dabîn bikin û li gorî daneyên ku hatine parvekirin ji destpêka pêvajoya pandemiyê ve li tevahiya Tirkiyeyê ji 120 hezarî zêdetir tendirustkar tuşî vîrusa kkoronayê bune û 310 tendirustkaran jî ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.