Li Herêma Kurdistanê amarên kêm ên Koronayê tên tomarkirin

Li Herêma Kurdistanê ji 6 mehan ve kêmtirîn amarên Koronayê hatin tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên vîrûsa Koronayê ragihandin û li gor amaran, di 6 mehên borî de, kêmtirîn amara pêketinan hat tomarkirin.  

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 68 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 4 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 57 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand; kesekî li Duhokê û kesekî din jî li Germiyanê ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 963 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 103565

Mirin: 3390

Başbûn: 72158

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.