Li Herêma Kurdistanê kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest da
Li gor amaran, hejmara pêketî û mirinên bi Koronayê bi awayekî berçav kêm bûne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên vîrûsa Koronayê ragihandin û li gor amaran, hejmara pêketî û mirinên bi Koronayê bi awayekî berçav kêm bûne.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 97 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 21 kes li Hewlêrê, 48 kes li Silêmaniyê, 26 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand; kesekî li Hewlêrê ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 995 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 103662
Mirin: 3391
Başbûn: 73153
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.