Li Tirkiyê 186 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 186 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 186 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 22 hezar û 450 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 11 hezar û 479 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 1 hezar û 291 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 307 hezar û 581 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 9 hezar û 894 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 182 hezar û 145 kesan.