3 kesên din li Herêma Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 139 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 139 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 124 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê .

Herwiha ragihand; 2 kes li Silêmaniyê û 1 kesî li Duhokê, bi giştî 3 kesan li Herêma Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 962 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 104334

Mirin: 3418

Başbûn: 79002

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.