PDK li Kerkûkê beşdarî hilbijartinan dibe

PDK li Kerkûk û hemû navçeyên Kurdistanî beşdarî hilbijartinan dibe

Wêne: Nîşana Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
Wêne: Nîşana Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Hewlêr (K24) - Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran dibêje, "Dê li Kerkûk û hemû navçeyên Kurdistanî beşdarî hilbijartinan bibin."

Hilbijartinên pêşwext 6ê Hezîrana 2021ê pêk tên. Lewra partî û aliyên siyasî haziriyan dikin. Çavdêrên navdewletî hî dê di hilbijartinan de çavdêriyê bikin.

Li gor daxûyaniya PDKyê dê wekî partiyeke Kurdistanî li Kerkûk û hemû deverên Kurdistanî beşdarî van hilbijartinên pêşwext bibin.

Fly Erbil Advertisment