Amarên nû yên Koronayê.. Ti haletên canjidestdanê nehat tomarkirin

Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ti haleteke mirina bi vîrûsa Koronayê nehat tomarkirin.

Nexweşxaneyeke Koronayê li Herêma Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de ti haleteke mirina bi vîrûsa Koronayê nehat tomarkirin.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 88 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 14 kes li Hewlêrê, 52 kes li Silêmaniyê, 21 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrên borî de ti haletên mirina bi Koronayê nehatiye tomarkirin.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 983 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 104616

Mirin: 3426

Başbûn: 81923

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.