Zeviyên rojavayê Kurdistanê ji nebûna baranê hişk dibin

Cotkarên rojavayê Kurdistanê hêvî dikin ku baran bibare, ji ber ku hemû dexl û zeviyên wan di bin metirsiya têkçûnê de ne.

Rojavayê Kurdistanê
Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Cotkarên rojavayê Kurdistanê hêvî dikin ku baran bibare, ji ber ku hemû dexl û zeviyên wan di bin metirsiya têkçûnê de ne.

Îsal li rojavayê Kurdistanê baran nabare û rewşa bi hezaran cotkaran nebaş e. Ceh û genim di bin erdê de pûç dibin û eger baran nebare, dê bi temamî têk biçin.

Cotkar Masûm Hesen diyar dike: “Em dua ji Rebê xwe re dikin, em dibêjin Ya Rebî hema îsal sala xêrê be, em û zarokên xwe debara xwe bikin. Her sibê emê rabin, karê me ev e, emê çandiniya xwe bikin, dimîne ser Xwedê. Berê dihat, hinek baş bû, debara me pê dibû, lê îsal baran jî tine, ka emê çawa bikin, gelek zehmet e ji me re.”

Masûm hemû pereyên xwe xistine dexlên xwe, bi hêviya ku îsal debareke baş bi dest bixe, lê heta niha ti asoya hebûna demsaleke baş tine ye. Berhema vî dexlî debara salê ya zarokên Masûm e û li malê ew tenê kar dike, dibêje eger demsal neyê, nizane dê çi bike.

Bi hezaran hektar li rojavayê Kurdistanê di bin metirsiya têkçûnê de ne, eger baran neyê, rewşa bi hezaran malbat xerab dibe, bi taybetî xelkê gundan, ku tevahiya karên wan di çandiniyê de ye û debara wan ji berhemên dexlan e.