Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê bang li serokên partiyên siyasî kir

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca bang li serokên partiyên siyasî kir û ji wan daxwaz kir ku vaksîna vîrûsa Koronayê werbigrin.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca
Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca bang li serokên partiyên siyasî kir û ji wan daxwaz kir ku vaksîna vîrûsa Koronayê werbigrin.

Fahrettin Koca  di çarçoveya Bernameya Handana Vaksînê de hemû serokên partiyên siyasî yên ku di Parlamentoya Tirkiyê de cih digrin, Serokê Dadgeha Makezagonê Zuhtu Arslan û Serokê Parlementoyê Mustafa Şentop vexwende vaksînkirinê.

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: "Min telefonî serokên partiyên siyasî yên ku li parlamentoyê tên temsîlkirin, Serokê Dadgeha Makezagonê, Serokê Parlementoyê kir û min ew vexwendin vaksînkirinê. Ji bo nezaketa ku nîşan dan, ez pasiya wan dikim."