Li rojavayê Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 26 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Nexweşxaneya Gel a Dêrikê
Nexweşxaneya Gel a Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 26 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 26 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 3 kes li Hesekê, 10 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 1 kes li Cil Axa, 7 kes li Reqayê, 2 kes jî li Şehbayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8340 kesan, ji wan 1172 kes baş bûne û 284 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.