Akdag: Bi Buharê re dikarin pêşwazî li nexweşên Herêma Kurdistanê bikin
Serbijişkê Nexweşxaneya Zankoya Dîcle da zanîn ku ew pêşbînî dikin di dawiya Buharê de nexweşên Herêma Kurdistanê dê bikarin bêne Diyarbekirê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serbijişkê Nexweşxaneya Zankoya Dîcle Profesor Mehmet Akdag ji Kurdistan24ê re da zanîn ku ew pêşbînî dikin bi asayîbûna rewşê re di dawiya Buharê de wekî dest bi pêşwazîkirina nexweşên ku ji Herêma Kurdistanê tên Diyarbekir bikin.
Serbijişkê Nexweşxaneya Zankoya Dîcle Mehmet Akdag got: “Em îro dikarin bêjin ku hijmara nexweşan kêm bûye, rêjeya tijebûnê li bajarê me di bin %30î de ye. Heke rewşek neyînî rû nede, em pêşbînî dikin ku bi mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê re qonaxa asayîbûnê dest pê bike û em jî wek berê dest bi pêşwazîkirina nexweşên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê bikin.”
Herwiha got: “Em ê nivîsîngehên têkiliyê yên li wan deveran aktîf bikin. Ji xwe gelek nexweş şûna Stenbolê û Enqereyê berê xwe didin Diyarbekir. Sedema vê jî ziman e û nêzîk e. Di warê ziman de jî bingeha me amade ye û bi kurdî û ingilîzî jî em xizmetê didin.”