Zimanzan ji bo dersa Kurdî ya bijare bang li Kurdan dikin
Li gorî ragihandina Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, dema serlêdana dersên bijare, 22ê vê mehê bidawî dibe.
Diyarbekir (K24) - Li gorî ragihandina Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, dema serlêdana dersên bijare, 22ê vê mehê bidawî dibe. Yek ji van dersan jî dersa kurdî ye. Mamosteyên zimanê kurdî û rêveberên sazî û rêxistinên pêşvebirina zimanê kurdî bang li welatiyan dikin ku zarokên wan dersa kurdî bibijêrin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi salan e kurd daxwaza mafên perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin. Lêbelê kurd hê jî ji vî mafê xwe bêpar in.
Ji sala 2013an pê de dersa bijare ya kurmancî û zazakî ket bernameya perwerdeyê. Piştî têkçûna pêvajoya çareseriyê, tayînkirina mamosteyên kurdî jî hat kêmkirin û hejmara xwendekarên ku serî li dersa bijare didin jî kêm bûn.
Zimanzan Dr. Mikaîl Bulbul dibêje; dersa bijare her çiqas têrê neke jî divê kurd vê dersê bibijêrin da ku zarokên kurdan ji asîmîlasyonê rizgar bibin û ji berbesta derûnî derbas bibin.
Dr. Mikaîl Bulbul ji Kurdistan24ê re ragihand: “Her kes dizane li Bakur rewşa asîmîlasyonê çawa ye. Mixabin êdî zarokên li bajaran bi kurdî nizanin. Dersa bijare jî derfeteke bi rastî. Xûya ye hayê gelek kurdan ji vê mijarê tune ye. Lê divê kurd bi awayeke giştî li vê mijarê xwedî derkevin. Dersên bijare ji bo psîkolojiya zarokan jî gelekê baş e. Dema ku li dibistanê temsîla zimanê wan ê zikmakî bê kirin ew ziman di serê zarokan de jî dibe zimaneke biprestîj û berbendên psikolojik ji holê radibin. Meseleya asîmîlasyonê girîng e, mixabin li bajaran nêzîkî %90ê zarokan êdî bi kurdî nizanin. Bijartina van du demjimêran jî çareyek ji çareyan e. Xwedîlêderketina vê dersî gelek girîng e.”
Li gorî encamên lêkolînan, %30yê kurdan dizanin dersa kurdî ya bijare heye, lê belê %70yê kurdan nizanin derfeteke wisa heye jî. Zimanzan amaje dikin ku kurd jî wekî gelên din li Tirkiyeyê leşkeriyê dikin û bacê didin û mafê wan e bêyî dersa bijare jî bi zimanê xwe bêne perwerdekirin.
Rêveberê Tevgera Zimanê Kurdî HEZKURDê Fevzî Bulgan dibêje; pêwîste hemû dam û dezgehên kurdan bi dengeke xurt ji bo hilbijartina dersa bijare bang li kurdan bikin..
Fevzî Bulgan diyar kir: “Divê kurd zarokên xwe ji bo dersa bijare bidin nivîsandin. Divê partî û saziyên kurdan jî di vê mijarê de welatiyan hişyar bikin û wan agahdar bikin. Ji ber ku her alî hev temam dike.”
Xwendekarên di polên 5,6,7 û 8ê de dikarin serî li dersên bijare bidin. Dersa bijare di hefteyê de dê 2 demjimêran bê dayîn. Ji bo ku dersa bijare bê dayîn divê herî kêm 10 xwendekar serlêdanê bikin. Zimanzan û rêveberên saziyên ziman bang li kurdan dikin ku dersa bijare bibijêrin da ku zarokên wan fêrî kurdî bibin û mamosteyên kurdî jî bêne tayînkirin.
