Li Diyarbekirê berf bû sedema kêfxweşiya zarokan û aloziya trafîkê
Li Diyarbekirê befir barî û her deverê bajêr ji berfê sipî bû. Ji ber berfê 22 geştên asmanî hatin betalkirin û ji ber qezayên girêdayî berfê ji 20î zêdetir welatî birîndar bûn.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê befir barî û her deverê bajêr ji berfê sipî bû. Ji ber berfê 22 geştên asmanî hatin betalkirin û ji ber qezayên girêdayî berfê ji 20î zêdetir welatî birîndar bûn. Li gel pirsgirêkan li aliyekê jî befir bo zarokan bu sedema şahî û keyfxweşiyê jî.
Li navenda Diyarbekirê ji demjimêr 03.00ê berê sibê ve yekem berfa salê ket erdê û bi barîna berfê tevahiya bajêr jî bi rengê sipî xemilî. Bi destpêka rojê re jî gelek wesaîtên ku ketin ser rê ji ber ku berfê rê girtibû di rê de asê man û tîmên vekirina rê jî xwê li rêyan reşandin da ku befir bihele û rê jî vebin.
Bi barîna berfê û girtina rêyan jî gelek wesaîtan berê xwe dan xalên lastîkan da ku lastîkên zivistanê li wesaîtên xwe bidin. Hosteyên lastîkan hişyariya kontrolkirina lastîkan dan, ajokaran jî amaje kirin ku ew mane di bin xetereya asêbûna di rê de.
Hosteyekî lastîkan diyar kir: “Dema ku befir dibare ajokar tên bo guherîna lastîkên xwe. Ji serê sibê ve 7 wesaît hatin bo guherîna lastîkên xwe.”
Ajokarek jî dibêje: “Ez serê sibê ji gund hatim ku lastikên xwe bidim guhertin. Ezê lastîkên zivistanê lê bidim.”
Barîna berfê ya li navenda Diyarbekirê li aliyekî bû sedema gelek pirsgirêkan, lê li aliyekî jî kesên ku ji barîna berfê keyfxweş bûn jî hebûn. Malbatan li gel zarokên xwe berê xwe dan parkan û bi berfê leyîstin û demên xweş derbas kirin.
Welatiyek diyar kir: “Zarokan îsal befir nedîtibûn. Min ew anîn ku hem bileyîzin, hem berfê bibînin.”
Herwiha welatiyekî din jî got: “Ez ji xwe re bi berfê leyîstim, me ji xwe re berfemêr çêkir.”
Welatiyek jî dibêje: “Ez di şaredariyê de ajokar im. Karê min xilas bû û min zarok derxistin da ku ji xwe re bi berfê bileyîzin.”
Hat ragihandin ku li Diyarbekirê barîna berfê bu sedema wê yekê ku 22 geştên asmanî yên bo bajarên wek Stenbol, Enqere û Îzmîrê werin betalkirin û herwiha dîsa barîna berfê bû sedema gelek qezayan jî ku bi tevahî ji 20î zêdetir welatî ji ber qezayên trafîkê birîndar bûn.