Barîna berfê metirsî û kêfxweşiyan bi hev re peyda dike
Pêla barîna berfê li bakurê Kurdistanê bi xwe re zehmetî û metiriyan jî, kêf û şahî jî peyda dike.
Diyarbekir (K24) – Pêla barîna berfê ku li bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û didome, bi xwe re zehmetî û metiriyan jî, kêf û şahî jî peyda kiriye. Bi taybet devera Serhedê û Colemêrgê bi berfa yekem re, li gelek ciyan aşît jî pêk hatin û rêyên bi sedan navçe, gund û mezrikan hatine girtin.
Pêla barîna berfê li Colemêrg û derdorê wê jî bandorên xwe didomîne. Ketina aşîtan û girtina rêyan wek pirsgirêkên berf (befir) peyda dike ne, lê ji aliyê din de jî çalaki û şahiiyên ku bi berfê tên kirin û ji bo pêşîlêgirtina hişkesaliyê barîna berfê wek diyarî tê dîtin.
Welatî û ajotkarên ji Colemêrgê balê dikşînin ku li gor berê tunelên ku li ser rêya Colemêrgê hatine çêkirin, metirsiyên rêya bajêr kêmtir kirine, lê hişyarî didin ku kesên hatin-çûn dikin, agahdar û bi tevdîr tevbigerin.
Welatî Îbrahîm Kaplan ji K24ê re got: “Baş e ku van tunelên çêkirin, gelek sûda wan çêbûye. Rêyên me hem ji berfê, hem jî ji aşîtan diparêze û her vekirî dimîne. Li vê derê befir gelek dibare, lê îsal zêde nebariye. Divê ev tunêl li her ciyên pêwist bên çêkirin, tiştekî gelek sûdbexş e.”
Ajotkarê Trimbêla Veguhastinê Harûn Kaçmaz dibêje: “Dema ku şeva borî aşît li vir hat ez jî bi rêwiyan re ji vir derbas dibûm. Heger ku ev tunêl nebûya dibû ku em yên di mînîbusê de me zirarên mezin bidîta. Jixwe zivistana li gel me gelek zehmet û hişk derbas dibe û gelek caran aşît dikevin, loma jî pêwistî bi bergiriyên wiha hene.”
Ji ber barîna berfê rêya 294 gund û mezrikên ser bi bajêrê Colemêrgê û navçeyên wê ve jî hatine girtin. Li nav bajarê Colemêrgê jî bi taybet zarok, lê bi giştî kêfxweşiya ji hatina berfê hebû.
Şeval Onal dibêje: “Sala borî befir, hem zûtir hem jî zêdetir bariya bû. Lê îsal dibêjin ji ber hişkesaliyê ye dereng bariya. Lê dîsa jî em gelek şanaz û kêfxweş in. Em jî bi hevalên xwe re derketine û bi berfê dileyîzin, me zilamê ji befrê jî çêkiriye.”
Li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê bi giştî hişkesalî wek metirsiyeke mezin tê dîtin û barîna berfê girîng tê nirxandin. Pispor û aktivîstên xwezayê jî radigihînin her ku diçe hevhengiya xwezayê têk diçe û pêkve jî metisi jî zêdetir dibin.