Koronayê ziyan gihande planên kompaniya Airbus
Kompaniya Airbus a Ewropî ragihand; ji ber sistbûna daxwaza li ser geştkirinê ji ber pêla duyem a vîrusa Koronayê, biryar dane plana kêmkirina berhemanîna balafiran, kêmtir bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Airbus a Ewropî ragihand; ji ber sistbûna daxwaza li ser geştkirinê ji ber pêla duyem a vîrusa Koronayê, biryar dane plana kêmkirina berhemanîna balafiran, kêmtir bikin.
Kompaniya Airbus diyar kir; berhemanîna balafira A320, li gor plana wan mehane 45 balafir bûn, lê ji bo çaryeka sêyem a îsal, mehane bo 43 balafir hatiye kêmkirin.
Ev di demekê de ye ku kompaniya Airbus planek amade kiribû ku heta Tîrmehê, mehane 47 balafiran berhem bîne.
Kêmbûna asta berhemanîna kompaniya Airbus li gor planên wan ên ji bo rêkarên giştî û astengên qedexeya hatûçûnê ye.