Bi wêne û vîdyo.. Kesekî Îranî hewl da bi vê şêweyê madeyên hişbir bîne Kurdistanê
Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir derbarê desteserkirina çend kes û destdanîna ser madeyên hişbir de daxuyaniyek belav kir.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir derbarê desteserkirina çend kes û destdanîna ser madeyên hişbir de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya rêveberiyê de hûrgiliyên du dosyeyên li ser madeyên hişbir hatin eşkere kirin, ku yek ji wan di 12ê vê mehê de dest bi ser kîloyek û 20 gram madeyên hişbir de hatiye danîn û sê tohmerbar hatine desteserkirin.
Dosyeya duyem balkêştir e û Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir vîdyo belav kiriye.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku kesekî Îranî di 20ê Çileya 2021ê de hat desteserkirin, ku 110 hebên hişbir di nav pêlava xwe de veşartine û dema di deriyê sînorî yê Hacî Omeran re derbasî Herêma Kurdistanê dibû, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.


