242 saliya damezrandina Silêmaniyê bi çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 14ê Mijdarê, 242 sal di ser damezrandina bajarê Silêmaniyê re derbas dibin. Her sal di 14ê Mijdarê de, ev bîranîn bi çendîn çalakiyên çandî, hunerî û rewşenbîrî tê pîrozkirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê da zanîn, ji serê sibehê ve heta derengiya şevê çendîn çalakiyên curbecur dê bên lidarxistin. Herwiha biryar e saet 12:00an, li hewşa Serayê Komeleya Hunera Gelêrî ya Kurdistanê bi hevkariya çendîn rêxistinên din, çalakiya govenda kurdî, festîvala xwarinê, karên destî û pêşandana cilûbergên kurdî yên taybet bi Silêmaniyê pêşkêş bike.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku her li hewşa Serayê çalakiyeke din dê bê lidarxistin û tê de tablo û wêneyên kesayetiyên navdar ên parêzgeha Silêmaniyê ku ji aliyê hunermendekî ve hatine kişandin, dê bên pêşandan; bi vê yekê jî îro ji bo xelkê Silêmaniyê dê bibe rojeke tijî çalakî.

Peyamnêrê Kurdistan24ê got jî: "Amadekariyên temam hatine kirin û hêzên ewlehiyê jî hatine belavkirin, da ku ji aliyê şofêr û welatiyan ve qerebalixî neyê çêkirin."

Bajarê Silêmaniyê di 14ê Mijdara 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin. Îbrahîm Paşa navê bavê xwe "Silêman Paşa" li bajêr kiriye. Silêmanî ji bilî ku paytexta Mîrnişîna Baban bûye, di heman demê de navendeke bazirganî û rewşenbîrî ya herêmê jî bû.

Di salên 1922 heta 1924an de bajarê Silêmaniyê paytexta dewleta Melîk Mehmûd bûye. Herwiha Silêmanî ji bilî ku landika rewşenbîr û têkoşeran bûye, di dîroka Kurdistanê de navenda destpêkirina gelek şoreş û raperînan jî bûye.

Li gorî Rojnameya Jînê, di sala 1955an de rûbera bajarê Silêmaniyê 20 milyon û 250 hezar metre bûye, hejmara niştecihên wê gihîştiye nêzîkî 60 hezar kesî û nêzîkî 7 hezar xanî tê de hebûne. Wê demê bajar ji şeş taxên sereke pêk dihat ku ev bûn: Kanî Askan, Goyje, Melkenî, Serşeqam, Çiwarbax û Dergezên.