Nexweşiyeke demsalî li Herêma Kurdistanê belav dibe
Di van çend rojên dawî de pêleke bihêz a sermayê navenda parêzgeha Silêmaniyê girtiye û ev bûye sedema wê yekê ku nexweşiyeke demsalî di nav welatiyan de belav bibe.
Silêmanî (K24) – Di van çend rojên dawî de pêleke bihêz a sermayê navenda parêzgeha Silêmaniyê girtiye û pileya germahiyê bi awayekî berçav daketiye û ev bûye sedema wê yekê ku nexweşiyeke demsalî di nav welatiyan de belav bibe. Bijîşk eşkere dikin ku ev nexweşiya belav bûye, vîrusa Koronayê nîne û nexweşiyeke demsalî ye.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, çend roj in cûreyeke nexweşiya demsalî li Silêmaniyê belav bûye, lê nexweşiya îsal, ji ber vîrusa Koronayê, ji salên borî cuda ye.
Dr. Dahat Hewêzî, Bijîşkê Pisporê Hinav ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ev nexweşiya ku belav bûye, demsalî ye û dibe ku înfilonza jî ligel hebe. Ev nexweşî her sal derdikeve, salên borî di mehên 11 û 12ê de belav bû, lê îsal ji ber ku baran û berf dereng hatin, ev nexweşî jî dereng hat, par nexweşên me gelek zêdetir bûn.”
Dr. Dahat Hewêzî eşkere kir: “Gelek kes ditirsin ku ev Korona be, lê li gor pişkinînên ku li ser wan têne kirin, derket holê ku ev ne Korona ye. Derziya vê nexweşiya demsalî li nexweşxaneyan heye, loma kesên nexweşiya wan a demdirêj heye, an ev nexweşî li wan giran bûye, divê biçin nexweşxaneyê û vê derziyê werbigrin.”
Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Yad Neqşebendî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Planeke me ya taybet heye eger nîşane li ser nexweşan demeke dirêj bimînin û ji salên borî cudatir be, lê ev, nexweşiyeke salane ye.”