WHO: Ji bo sistkirina rêkarên dijî Koronayê, hêj zû ye
Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihand; ji bo sistkirina rêkarên xweparêziya ji vîrusa Koronayê hêj zû ye, ku li gelek welatên Ewropayê dest bi sistkirina rêkaran hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihand; ji bo sistkirina rêkarên xweparêziya ji vîrusa Koronayê hêj zû ye, ku li gelek welatên Ewropayê dest bi sistkirina rêkaran hatiye kirin.
Rêveberê Herêmî yê Tendirustiya Cîhanî yê li Ewropayê Hans Kluge ragihand; ji 53 welatên li herêmê, li 30 welatan di nava 14 rojên borî de, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) kêm bûye, lê belê hê jî dema sistkirina rêkarên xweparêziyê nehatiye.
Hans Kluge herwiha eşkere kir ku xizmetên tendirustiyê li ber ceribandineke dijwar de ne û amarên pêketiyan bi giştî li Ewropayê zêde ye, loma nabe niha jiyan were asayîkirin.