Li Tirkiye û Bakur 108 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hejmara kesên bi Korona jî canê xwe ji dest dane gihîşt 26 hezar û 685 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetir ji 8 hezar kesî bi vîrûsa Korona ketin û 108 kes jî bi vîrûsa Korona canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê da xuyakirin, di pişkinînên 24 demjimêran de encamên 8 hezar û 897 kesan pozîtîf derketine û 108 kes jî bi Korona canê xwe ji dest dane.
Diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 8 hezar û 89 nexweş baş bûne, 618 nexweş di jêr çavdêriya hûr de ne.
Bi amarên dawî hejmara pêketiyên Korona gihişt du milyon û nîvan û hejmara kesên bi Korona jî canê xwe ji dest dane gihîşt 26 hezar û 685 kesan.