Li Merîwanê lîstikeke kevnar ji aliyê xortan ve tê vejandin

Ji ber qeyrana aborî û belavbûna vîrusa Koronayê, kêfxweşiyên xelkê kêm bûne, lê li devera Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, lîstikeke kevnar a Kurdewarî tê vejandin û rûyê xelkê dikenîne.

Lîstika Kose
Lîstika Kose

Hewlêr (K24) – Ji ber qeyrana aborî û belavbûna vîrusa Koronayê, kêfxweşiyên xelkê kêm bûne, lê li devereke Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, lîstikeke kevnar a Kurdewarî tê vejandin û rûyê xelkê dikenîne.

Lîstika Kose, lîstikeke qedîm e û destpêkê bi govendeke li malê dest pê dike. Piştre bi heman coş, diçin yek bi yek malên gund.

Hemû xortên beşdarî lîstikê dibin, divê simbêl û rih li ser rûyê xwe çêkin, rih û simbêlê du kesên herî pêş jî pir in û spî ne, ew her du kose, dibin pêşengên xortan û bi şev li gund digerin û daxwaza xelatê ji malan dikin û ew jî bi merc xelatan didin wan.

Mezin û biçûkên gund, bivê nevê dibin beşek ji lîstika Kose. Hemû mal bi mercê ku govendê bigrin, xelat didin koseyan. Êdî kêfxweşî li malekê dest pê dike û li seranserê gund digere.

Piştî ger û govendê, dor tê ser wê yekê biryarek li ser destkeftên wê şevê were dayîn, kose biryar didin ku tiştên hatine berhevkirin, ji malbatên hejar ên gund re werin belavkirin.

Fly Erbil Advertisment