Bijîşk hişyarî didin: Pêketina zarokan bi nifşê nû yê Koronayê dê zêdetir bibe

Ji bo her haleteke pêketina nifşê nû yê vîrusa Koronayê, li nav nexweşxaneya zarokan a bajarê Silêmaniyê amadekarî hatine kirin.

Zarok
Zarok

Silêmanî (K24) – Ji bo her haleteke pêketina nifşê nû yê vîrusa Koronayê, li nav nexweşxaneya zarokan a bajarê Silêmaniyê amadekarî hatine kirin, ji ber ku îhtimala pêketina zarokan bi vê cûreya Koronayê zêdetir e.

Hejmara odeyên li Nexweşxaneya Zarokan a Silêmaniyê hatine zêdekirin û 91 cih bi şiyana dabînkirina oksîjen û 17 amûrên bêhnstandinê hatine amadekirin, ligel wê yekê beşeke taybet jî ji bo zarokên ku bi vîrusa Koronayê dibin, hatiye diyarkirin.

Rêveberê Nexweşxaneya Zarokan a Silêmaniyê Dr. Pişder Ebdullah ji Kurdistan24ê ragihand: “Eger bi rêjeya ji sedî 20 – 25 zarok bi vîrusa Koronayê ketibin, bi giştî, dibe ku rêje bi vê zêdetir bibe, dibe ku nîvê pêketiyên nifşê bû yê Koronayê zarok bin, loma tê çaverêkirin ku ev Korona gelek zû belav bibe û di nav zarokan de gelek derkeve, loma niha nexweşxane di rewşa amadekariyê de ye.”

Tevî ku hemû rêkarên xweparastinê li wê nexweşxaneya zarokan hatine pêkanîn jî, pisporên tendirustiyê weke pêwîst dibînin ku divê hişyariyên zêdetir li ser rêkarên xweparastina zarokan werin belavkirin.

Li gor lêkolînên bijîşkî, cûreya nû ya Koronayê li ser zarok û ciwanan jî bandor dike. Nifşê nû yê Koronayê li Iraqê hatiye dîtin û îro jî li Herêma Kurdistanê pênc haletên wê hatin tomarkirin.

Bi giştî her roj rêjeya pêketina bi Koronayê li parêzgehên Iraqê zêde dibin, vê jî wisa kiriye ku Nexweşxaneya Zarokan a Silêmaniyê ji bo her îhtimala haletên nifşê nû yê Koronayê, amadekariyan bike.

Fly Erbil Advertisment