Biden û Kazimî çend pirsan guftûgo dikin
Serokê Amerîka û Serokwezîrê Iraqê pêwendiyên Washington û Bexdayê, şer DAIŞê û bicihkirina aştiyê li navçeyê guftûgo dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di pêwendiyeke telefonî de, pêwendiyên Washington û Bexdayê, şer DAIŞê û bicihkirina aştiyê li navçeyê guftûgo dikin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Twittera xwe nivîs: “Di pêwendiyeke telefonî de ligel Serok Joe Biden de, me pêşvebirina pêwendiyên dualî û bihêzkirina hevahengiya hevbeş guftûgo kirin. Me li hev kir, bi hev re kar ji bo bicihkirina aştî û ewlehiyê li navçeyê û şerê li dijî DAIŞê bikin.”
Kazimî di twîta xwe de diyar kir jî, “Me tekezî li ser berdewamiya guftûgoyên stratejîk ên di navbera her du welatan de kir.”